Çend welatên Ewropî dixwazin di sala nû de karwanê yekem ê penaberan bişînin welatê Riwandayê û pisporrekî jî vî karî wekî destkeftiyeke exlaqî bi nav dike.
Pisporekî navdar ê koçberiyê, berevaniyê ji plana Almanyayê û çend welatên Ewropî kiriye bo avakirina navendên şandina penaberan bo Riwandayê û bawer dike, ev pengav dikare rê li ber koça neyasayî bigire û canê bi hezaran kesan li Deryaya Navîn biparêze.
Ev di demekê de ye ku Neteweyên Yekbûyî û rikeberiya Riwandayê rexne li vê planê girtine û dilgiraniya xwe li ser binpêkirina mafê penaberan û barê aborî yê wî welatî anîne ziman.
Almanya, Danîmarka, Yewnanistan, Holanda û Awistirya, dixwazin bi Riwandayê re li hev bikin bo veguhastina wan penaberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin û nikarin vegerin welatê xwe yê resen.
Cihê gotinê ye, li gorî planê, veguhastinên yekem ji sala 2027an ve dest pê dikin.

