Cezayê Êrîşkirina Reklamên Hilbijartinê Hatiye Diyarkirin

Komîsyona Bilinda a Hilbijartinên Iraqê dibêje, kesê ku bi tawana êrîşkirina ser kampanyayên hilbijartinê were girtin, dê bê ceza kirin.

Alîkarê Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Nîbras Ebû Sode di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku êrîşa li dijî kampanyayên hilbijartinê wê weke sûc bên hesibandin û wê sûcdar bêne şandin bo dadgeheke taybet.

Nibras Ebû Sode eşkere kir ku her kesek bi tawana êrîşkirina ser kampanyayên hilbijartinan were girtin wê were zîndanîkirin an jî cezayê darayî lê were birîn ku di navbera mehek û salekê de be û sizaya darayî jî wê ji yek miliyon dînar heta pênc miliyon dînaran be.

Du roj piştî vê ragihandinê, hejmarek çekdarên nenas gule berdane mitîngeke ku tê de banga hilbijartinên Koalîsyona Ezm bi serokatiya Xemîs Xencer li navçeya Ebû Xerîb a başûrê Bexdayê dihate lidarxistin.

___

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

KDC

Hewraman Elî Tofîq: Avakirina Navenda Revenda Kurd Ne Karekî Hêsan Bû

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî IRFAN YILDIRIM li kolnê bi bîranî 

KDC
KDC

FREE
VIEW