KDC

27 Daişî li Hesekê hatin girtin

Di operasiyonekê hevbeş de jibal Asayîşa rêveberiya xweser û hêzên hevpeymaniya navdeweletî ve li gundewarê Hesekê yê rojavayê Kursitanê, 27 kes bi tometa endambûna ligel rêxistina terorî ya DAIŞê hatin girtin.

Çavkanî yên xwecihî wêderê diyar kirin, hêzên hevpeymanan bi firokeyên cengî piştevaniya vê helmetê kirin, û ji şeva duh ya roja înê ve û heta nîvroya îro şemiyê li asmanê wê deverê hatin û çûn dikirin.

Li gorî ragehandina hêzên asayîşa rojavayê Kurdistanê, operasiyon li herdû gundên Abid û Felaha yê ser bi bajarê Hesekê ve hate kirin, û kesên girtî jî dekumênt li ser wan hene ku alîkarî dane rêxstina DAIŞê jibo pêkanîna hin pilanên terorîstî li deverê, û herweha hin çek û teqemenî jî li cem hinan ji wan hatine desteser kirin.

Tê zanîn roja çarşema derbasbûyî jî, hêzên Sûriya Demukrat HSD kuştina berpirekî DAIŞê li gundewarê Derezorê yê bakurê rojhelatê Sûriyê, ragehand.

___

Kurdên Swîsreyî xwe ji bo salvegera 100 a peymana Lozanê amade dikin 

KDC

Tabloyên Picasso Bi 100 Mîlyon Dolaran Têne Firotin

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî ji Norwijê xwest ku li Hewlêrê konsolosxaneyekê veke 

KDC
KDC

FREE
VIEW