KDC

Îran Welatiyekî Din Ê Kurd Desteser Kiriye

Hêzên asayişa Îranê hevwelatiyekî Kurd li bajarê Baneyê girtine û heta niha jî sedema girtina wî û cihê wî nehatiye aşkere kirin.

Li gor nûçeya rêkxistina mafên mirovan Hengawê, hêzên ewlehiyên Îranê roja çarşemê, di 15.09.2021an de bi ser gundê Balesanî yê bajarê Baneyê de girtine û Enwer Resûlî desteser kirine.

Li gorî çavkaniyekî hêzên ewlehiyê bêyî ku tu belgeyên qanûnî nîşandan bidin ew girtine û veguhestine cihekî nediyar.

Hêjayê gotinê ye ku hîn jî sedema girtin û tawanbariyên Enwer Resûlî bo malbata wî nehatiye aşkere kirin.

___

Rûsya Ûkraynayê Dagir Nake

KDC

Li Silêmaniyê Kurdekî Ji Bakurê Kurdistanê Hatiye Birîndarkirin

KDC

S&P 500, Nasdaq slump as Facebook books biggest one-day drop ever

kurdish dc