KDC

Hejmara Giliyan Wê Were Aşkere Kirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê diyar kir ku wan 356 îdîayên li ser encamên hilbijartinê wergirtine .

Berpirsê beşa giliyan a komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinên Iraqê Heseneyn Leys ji rojnamevanan re ragihand ku komîsyonê di hilbijartinên parlamentoyê Iraqê de 356 deng û gilî wergirtiye û 329 ji wan di hilbijartinên giştî de bûne û 27 jî di hilbijartinên taybet de bûn.

Her wiha destnîşan kir ku gilî bi rengên sor û kesk hatine dabeşkirin û dê hemû gilî ji aliyê komîsyoneke taybet ve bêne lêkolînkirin.

Roja yekşema borî hilbijartinên pêşwextên encûmena nûnerên Iraqê hatine kirin lê piştî hilbijartinan çend aliyan gilî û gazincên xwe ji hilbijartinan kirin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Li Londonê Ji Aliyê Mamoste Muşîr Ve Hat Vexwendin

KDC

Navenda Kurdistan-London Rewandi bi gelek Kurdên li wî bajarî dijîn re civiya 

KDC

Belgefîlma “Çima Referandûm” hate nîşandan 

KDC