KDC

Li Rûsyayê Cûreyeke Nû Ya Coronayê Derketiye Holê

Îro roja pêncşemê çapemeniya Rusî ragihand ku cûreyeke din a Coronayê li Rûsyayê hatiye dîtin ku ji corê Dalta gelek çalaktir e û bandorên dijwartir li ser laş dihêle.

Ev cûreya nû ya Coronayê li Rûsya bi navê (AY 2.5) di çend dosyayên deverên cudayên Rûsyayê de hatiye tomarkirin û girêdayî heman coronayê ye, lê çend guherîn di vê virusê de çê bûne û bergiriya laşê xwe xurttir kiriye.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di vê hefteyê de biryar daye ku careke din cihên giştî li Rûsyayê bigire, nemaze piştî ku hejmara miriyên doh ji ber vîrûsa coronayê gihîşte 1028 û 34 hezar û 73 kes bi vîrûsê ketin. Tenê di 24 saetan de 8 kes li Rûsyayê hatin qeydkirin ku bi coronaya nû ketine.

___

Hevpeyvîna kovara „El-Mecelle„ bi
Serok Mesûd Barzanî re

KDC

Welatên Hevpeyman: Em Girêdayî Hevkariyên Xwe Yên Bi Herêma Kurdistanê Re Ne

KDC

Li Swêdê Semînerek Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Lidarxistin 

KDC