KDC

Erdogan, Dizîka Bi Kurdan Re Danûstandinan Dikiye

Rojnameyeke opozisyona Tirkiyeyê ragihandiye ku wan zanyarî ji çavkaniyên ewledariyê wergirtine ku serokê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan MIT erkdar kiriye da ku danûstandinên nû yên aştiyê bi Kurdan re bike.

Rojnameya Zamanê îdîa kir ku ji çavkaniyên ewlekariyê agahî wergirtiye û diyar kir ku Erdogan piştî ku pêvajoya aştiyê ya yekemîn di sala 2009an de dest pê kir, saziya îstîxbaratê ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re ji nû ve çalak kiriye.

Hate ragihandin ku danûstandinên vê carê wê ji aliyê serokê îstîxbarata Tirk Hakan Fîdan ve bi serkêşiya Erdogan bên meşandin.

Di vê çarçoveyê de qala wê çendê hat kirin ku partiyan li Bruksela paytexta Belcîkayê çend civîn saz kirine û di heman demê de hinek navên di Partîya Demokrata Gelan (HDP) jî bo beşdarîkirina di kombûnan de hatine vexwendin, lê HDPê beşdarîkirin red kiriye, çinku ew bawer dikin ku Erdogan ji bo ku careke din bê hilbijartin pêwîstiya bi dengên Kurdan heye.

Heman çavkanî dibêjin îstîxbarat û AKP hewla şikandina rewşa siyasî ya Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dikin ku ev 4 sal in girtî ye.

___

Wezîrê Derve Yê Swêdê Li Ser Koçberan Hate Deng

KDC

Navendek ji bo herêmên Frensî ya Swîsreyê hat hilbijartin.

Harmn

Papa ji bo wan koçberên ku di “rêya jiyanê” de jiyana xwe ji dest dane nimêj dike

Karzan