KDC

Amerîkayê Bi Hezaran Geştên Ezmanî Betal Kiriye

DYAyê ji ber belavbûna Corona-Omycron, bi hezaran seferên firokeyan betal kiriye.

Li gorî daxuyaniya Flightawar, 26ê Berfanbara 2021an roja Yekşemê 5 hezar û 900 seferên li DYA hatin taloqkirin û bi qasî 1400 sefer jî hatine betalkirin.

CNNê jî ragihandiye ku di 27ê Berfanbara 2021an roja Duşemê de bi qasî 2 hezar û 200 seferên firokeyan hatinr betalkirin û zêdeyî 3 hezar sefer hatine taloqkirin.

Sedemên betalkirin û taloqkirina ger û geştê xebatkarên ku bi vîrûsê ketine û ev jî bi lez li cîhanê belav dibe.

Hêjayî gotinê ye ku di dema betlaneya Sersalê de Amerîkî piraniya seferên xwe bi firokeyan dikin û belavbûna Omycronê bandoreke mezin li geştyaran kiriye.

___

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya seredana Komela Revenda Kurdistanî li Wolfsburg kir.

KDC

Belgefîlma “Çima Referandûm” hate nîşandan 

KDC

Kurdekî Şinoyî Di 70 Saliya Xwe De Hatiye Darvekirin

KDC
KDC

FREE
VIEW