KDC

Rêxistina Kangayê Ji Bo 8ê Adarê Peyamek Weşand 

Kanga 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyameke pîrozbahiyê ji hemû jinên cîhanê, bi taybetî ji Kurdan re dişîne.

Peyam:

8ê Adarê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî li jinên Kurd ên li her devera cîhanê pîroz be.

Em hemû mamosteyên xwe yên rêzdar ku bê westan di warê fêrkirin û perwerdekirina nifşê nû yê Kurdan li derveyî welat û bi taybetî li Brîtanyayê roleke girîng û hêja lîstine pîroz dikin.

Mamosteyên me ji bilî erkên dayiktiyê, perwerde û xebata di navendên giştî yên Brîtanyayê de, bi dil û can di betlaneya xwe de jî ji bo fêrkirina zimanê Kurdî û nasandina çand, kevneşopî û xwezaya xweşik a Kurdan xebîtine da ku zarok û ciwanên Kurd bi hezkirina ax û welatê xwe mezin bibin.

Bi vê minasebetê û di vê roja pîroz de desteya rêveber a rêxistina Kangayê careke din 8ê Adarê li mamosteyên xwe yên dilsoz pîroz dike.

___

Serokê Berê Yê Koreya Başûr Di 90 Saliya Xwe De Mir

KDC

dê alîyê alîkarîyê yê rêxistinên kurdistanî bihê damezrandin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Û Partîyên Sîyasî Yên Rojhilat Li Birîtanyayê Xwepêşandanek Li Dar Xistin 

KDC