KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê Sersaxiyê li Leyla Zana Kir

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi dilekî pir xem û kovan, nûçeya koça dawî ya têkoşerê mezin û rêwiyê berxwedana riya azadiyê, serokê berê yê Şaredariya Amedê, Xwedê jêrazî Mehdî Zana gihîşte me.

Mehdî Zana, sembola berxwedana Amedê û dengekî wêrek yê neteweya me bû, ku temenek tijî serwerî bo xizmeta doza rewa ya Kurd terxan kir. Em sersaxiya xwe ya germ û ya Kurdistaniyên diyasporayê pêşkêşî têkoşera navdar Xanima Leyla Zana û tevahiya malbat, dost û hevrêyên wê dikin, em di xema wan a mezin de hevpar in.

Ji Xwedayê dilovan dixwazin ku giyanê vî kesayetiyê mezin bi behişta fireh şad bike û aramiyê bide dilê me.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
29ê Tebaxa 2026

___

Navenda Revenda Kurd Ji Bo 76 Saliya Damezrandina Komara Kurdistanê Peyamek Weşand

KDC

Ebû Xeyib Êrîşa Terorîstî Ya Ser Hewlêrê Şermezar Kir 

KDC

Şifa Barzanî sersaxiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re Kir

Karzan