KDC

Kolberekî Kurd Bi Gulebarana Çekdarên Îranê Hatiye Kuştin 

Kolberekî Şinoyî, li ser sînorê Baneyê bi guleya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina mafê mirovan a Hengawê ciwanê kolber ê ji Şinoyê Rustem Xizrî yê 25 salî li sînorê Baneyê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hate gulebarankirin.

Li gor çavkaniyekî, termê Rustem Xizrî ji aliyê hejmarek kolber û şêniyên deverê ve bo yek ji nexweşxaneyên Silêmanî hatiye şandin.

Rustem Xizrî zewicî bû û li dê û birayê xwe dinêrî. Bavê Rustem berî 20 salan jiyana xwe ji dest dabû.

___

Zagros Xerîb: Ez kêfxweş im ku pêşkêşvanê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bûm

KDC

SPASNAME

Harmn

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî,li ser aloziyên di nava refên Komaleyê de

KDC