KDC

Kolberekî Kurd Bi Gulebarana Çekdarên Îranê Hatiye Kuştin 

Kolberekî Şinoyî, li ser sînorê Baneyê bi guleya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina mafê mirovan a Hengawê ciwanê kolber ê ji Şinoyê Rustem Xizrî yê 25 salî li sînorê Baneyê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hate gulebarankirin.

Li gor çavkaniyekî, termê Rustem Xizrî ji aliyê hejmarek kolber û şêniyên deverê ve bo yek ji nexweşxaneyên Silêmanî hatiye şandin.

Rustem Xizrî zewicî bû û li dê û birayê xwe dinêrî. Bavê Rustem berî 20 salan jiyana xwe ji dest dabû.

___

Di Meha Borî De Nêzîkî 31 Kurd Hatine Girtin 

KDC

Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê Sersaxiyê ji Malbata Farûk Refîq re Dixwaze

Harmn

Konfederasyona Revenda Kurdistanî êrîşên li ser Hewlêr û Silêmaniyê şermezar dike

Karzan