KDC

Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

Roja Duşemê, 1ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Rehîm Reşîdî (Mister Kurd), Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir.

Di hevdîtinê de, behsa rol û cihê revenda Kurdistanî û pêwîstiya têkoşîna neteweyî li diyasporayê hat kirin. Serok Barzanî rola revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd girîng bi nav kir, û piştgirî û alîkariya xwe ji bo serkeftina hewldanên revenda Kurdistanî nîşan da. Herwiha anî ziman ku ev projeyeke neteweyî û niştimanî ye ji bo hemû Kurdistaniyan.

Her di vê hevdîtinê de, Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bal kişand li ser wan kar û çalakiyên ku wan di asta navneteweyî de ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê pêk anîne.

___

Kurdên Swîsreyî xwe ji bo salvegera 100 a peymana Lozanê amade dikin 

KDC

Yaneyeke ser bi navenda Rewanda Kurdistanî ya li Berîtanyayê bi serketineke girîng bidest xist

KDC

Em êrîşên terorîstên DIŞIê li Solingen şermezardikin

Harmn