KDC

Amerîka: Em ji hin welatên ku neheqiyê li penaberan dikin bi fikar in

Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di salvegera îmzekirina peymana penaberan de bang li her kesî dike ku bi prensîbên bingehîn ên peymana penaberan bikin, di heman demê de fikarên xwe ji bo hin welatan veneşêrin ku bi a peymanê nakin û neheqiyê li penaberan dikin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA ya ji bo 70. salvegera peymana penaberan a sala 1951ê de hat ragihandin, pabendbûna Washingtonê ya li ser peymanê û destekkirina penaberan li gelemperiya cîhanê hatiye piştrastkirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Philib Grandi got, “Ji ber vê peymanê jiyana mîlyonan mirovan rizgar bûye lê em ji hewldanên dawî yên hin welatan ên ji bo paşguhkirina prensîban bi fikar in.”

___

Festîvaleke bêhempa ya jinên kurd li Londonê dîrok û huner bi hev re dihewîne

Karzan

Talîbanê Xwepêşandan Qedexe Kirin

KDC

Em êrîşên terorîstên DIŞIê li Solingen şermezardikin

Harmn