KDC

Nûnerê Konfederasyonê Beşdarî Civîna Mesîhiyên Kurdistanî yên Bajarê Tiflîsê Kir

Mister Kurd Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî civîneke taybet kir, ku bo mesîhiyên Kurdistanî yên bajarê Tiflîsê hatibû rêkxistin.

Civîn bi rêkxistina Qeşe Ender Peker hate lidarxistin û tê de ronahî xistin ser dîroka dewlemend a ola mesîhî li Kurdistanê, kok û rîşeyên wê yên dîrokî, herwiha çanda pêkvejiyanê û rêzgirtina navbera ol û pêkhateyên cihêreng de.

 

Rêwresm bi sirûd û ayînên olî û bi dengê ciwanan û bi zimanê Kurdî dest pê kir, ku dîmenekî tijî hest û evîn û hezkirin bo Kurdistanê nîşan da. Ev çalakî careke din nîşan da, ku mesîhiyên Kurdistanî, tevî hemû guherîn û zehmetiyên dîrokî, karîne li dirêjahiya bi sedan salan ol, ziman, çand û nasnameya xwe ya resen biparêzin. Di nav wê civakê de jî Rezo Faroyan, wekî yek ji çalakvanên mesîhî yên Kurd li Tiflîsê, di warê xizmeta olî, rêkxistina civakî û hilberîna naveroka dîjîtal de çalakî dike û bi germahî pêşwaziyê li Rehîm Reşîdî kir.

Di beşeke din a civînê de, nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, pesnê wan hemû kesên ku bi dilsozî bo parastina mîrata olî, zimanê Kurdî, çand û resenayetiya xwe hewl didin da. Herwiha tekez li ser girîngiya bihêzkirina peywendî û hevkariya navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê kir û ragihand, ku cihêrengiya olî û çandî, ne sedema dabeşbûnê bûne, belkî çavkaniya dewlemendî û bedewiya welatê Kurdistanê ne.

Di dawiyê de pêdagirî li ser wê yekê kir, ku Kurdistan divê wekî her carê lanka aştî, biratî, lêborîn û pêkvejiyana hemû ol û pêkhateyên cihêreng bimîne; axek ku hemû bi wekhevî hest bi serxwebûna çandî û xwedîtiyê tê de bikin û bi hev re bo parastina dîrokê û avakirina pêşerojeke tijî aştî û yekîtiyê hewl bidin.

___

konferanseke taybet

KDC

Xwe Li Malê Derman Bike

KDC

Brîtanya : Dîroka karantîna ya ji bo ew kesên ku bi temamî vaksîn wergirtine hate ragihand

KDC