KDC

Tîpa Hunerên Mîllî yên Hewlêrê beşdarî 12emîn gera Festîvala Navneteweyî ya Folklorê ya Polonyayê dibe

 

Tîpa Hunerên Mîllî yên Hewlêrê piştî 6 rojan ji pêşkêşkirina rêze çalakiyên hunerî, kulturî û karnavala cemawerî, dawî bi beşdariya xwe ya serkeftî ya di 12emîn gera Festîvala Navneteweyî ya Folklorê de li bajarê Płock ê welatê Polonyayê de anî.

Di roja dawî ya festîvalê de, şanda Herêma Kurdistanê diyarîyeke sembolîk wek nîşaneya rêz û dostaniyê pêşkêşî birêveberê festîvalê kir.

Di roja dawî ya çalakiyan de, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Sîrwan Osman, Birêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêrê, bi mebesta derbirîna spasiyê ji bo mêvandariya germ a ku lê hatiye kirin, diyariyeke taybet a Herêma Kurdistanê pêşkêşî (Piotr Onyszko) Birêveberê Festîvala Vistula kir. Ev pêngav wek peyameke dîplomasiya kulturî hate dîtin ku tê de huner bûye pirek ji bo nêzîkkirina gelan û bihêzkirina peywendiyên navneteweyî li derveyî sînorên cografiyan.

Di hevpeyvîneke taybet de ji bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Sîrwan Osman, Birêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêrê û Serokê şandê amaje bi wê yekê kir, pêşkêşkirina vê diyariyê tenê bîranîneke protokolî nîne, belku derbirîna rengvedana peywendiyeke resen a kulturî û nîşaneya rêzgirtina dualî ye di navbera Kurdistan û Polonyayê de, tekez kir ku beşdariya Tîpa Hunerên Mîllî yên Hewlêrê derfeteke zêrîn bû ji bo nasandina nasnameya neteweyî, cilê resen ê Kurdî û koreografiya folklorî bi temaşevanên cîhanî û welatên beşdar de.

Festîvala îsal ku ji 17 heta 23ê Tebaxê berdewam bû, mêvandariya komên folklorî yên welatên Spanya, Brezîlya, Letonya, Ukrayna û Kurdistanê kiribû, çavkaniyên medyayî yên Polonyayê amaje bi wê yekê kirine ku amadebûna şanda Herêma Kurdistanê reng û tameke taybet daye gerê û karîbûye bala amadebûyan ber bi dewlemendiya kultura Kurd ve bikşîne.

Bernameya dawî ya festîvalê bi rêwresmeke olî li Bazîlîkaya Katedrala Płockê dest pê kir û paşê bi karnavaleke mezin li Kolana Tumska berdewam bû, Tîpa Hunerên Mîllî yên Hewlêrê bi nîşandana tabloya hunerî ya Dirûnê, ku wêneyekî zindî yê jiyana civakî û kar û govenda Kurdî ye, beşdarî karnavalê bû, ev nîşandan bûye cihê bala niştecihên bajêr û hunermendên welatên din, ku tê de muzîk û liv wek zimanekî gerdûnî ji bo alûgora kelepûrê hatin bikaranîn.

Ev beşdariya navneteweyî ya Tîpa Hunerên Mîllî yên Hewlêrê wek pêngaveke hunerî ya girîng tê dîtin ji bo berdewambûna nasandina kelepûra Kurd li ser dikên cîhanî, her wiha vekirina asoyeke nû ye bo hevkariya hunerî di navbera Herêma Kurdistanê û festîvalên cîhanî de ku armanca wan parastina folklora gelan e.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Salvegera Şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed Peyamek Weşand 

KDC

Peyamek Ji Navenda Rewanda Kurdistanî-Awustralya ji bo piştgirî û piştevaniya serhildana gelê têkoşer û serbilind ê Rojhilatê Kurdistanê

KDC

Almanya Ji Bo Belarûsê Li Cezayeke Nû Digere

KDC