KDC

Li Parîsê rêwresma rêzgirtina ji şehîdên Kurd û Fransî û hêza Pêşmerge dê bê lidarxistin

Biryare roja Şemiyê, li rêkefta 28ê Mijdara 2026an, li herêma 15emîn a bajarê Parîsa paytexta Fransayê, rêze merasîmên taybet ji bo rêzgirtina ji şervanên kevnar û têkoşerên Kurd û Fransî yên ku di rêya azadiyê de canê xwe gorî kirine, ligel rêzgirtineke taybet ji Pêşmerge re, bên lidarxistin.

Ev çalakî bi dirûşma “Yekgirtî ji bo Cîhaneke Azad” ji aliyê Komeleya Biratiya Fransa û Pêşmerge ve tê rêkxistin û her yek ji Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî tê de beşdar dibin, wek nîşandana hevpeymanî û qurbanîdana hevbeş a her du gelan di rêya nirxên mirovî û azadiyê de.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, merasîm bi vî awayî dê bên lidarxistin:

Di demjimêr 14:00 de, pêşwazî li mêvanan tê kirin û amadekarî ji bo destpêkirina bernameyan tê kirin li Baxçeyê Eugénie Djendi (Jardin Eugénie Djendi), li ber Monumena Bîranîna wan leşkerên ku ji bo Fransayê di operasyonên li derveyî welat de şehîd bûne, li navnîşana 29, Kolana Montagne de la Fage (29, rue Montagne de la Fage) li herêma 15emîn a Parîsê, li quncikê kolanên Saint-Charles û Balard (Saint-Charles et Balard).

Di demjimêr 14:30 de, li heman cihî û li ber Monumena Şehîdên Fransayê li Baxçeyê Eugénie Djendi, merasîma fermî ya rêzgirtina ji têkoşerên Kurd û Fransî yên şehîd bûne di rêya azadiyê de dê bê kirin.

Pişt re di demjimêr 15:30 de, beşdarbûyan dê li Rêya Pêşmerge (Allée des Peshmerge) di nav Parka André Citroën (Parc André Citroën) de kom bibin û bi rawestan û kêliyeke bêdengiyê, rêzê li qurbaniyan bigirin.

Di dawîn beşa bernameyê de jî, di demjimêr 16:30 de, merasîmeke taybet a rêzgirtina ji Pêşmerge li Hola Camî ya Parka André Citroën (Serre Parc André Citroën) li navnîşana 2, Kolana Montagne de la Fage (2, rue Montagne de la Fage) li herêma 15emîn a Parîsê dê bê lidarxistin.

___

Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê bangawaziyeke bilez ji bo alîkariya ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê radigihîne

Karzan

Xwarina Zêdexwarina Fêkiyan Dibe Sedema Obezîte û Şekir

KDC

Nûnerê Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî tevlî merasîma cenazeyê Omer Mîranî bû 

KDC