Serok Barzanî Pêşwazî li Şanda Bilind a Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

Di roja 04.03.202´an birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi amadebûna Serpereştyarê Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir.

Di civînê de birêz Şîfa Barzanî, Qareman Osman û şanda Komîteya Rêveber ku ji Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil, Ofîsa Rêxistinê Şarmîn Bozarslan, Ofîsa Darayî Şukrî Berwarî, Ofîsa Pêyvendiyan Rehîm Reşîdî, Ofîsa Yasa û Şêwirmendî Kovan Amedî, berpirsê Ofîsa ciwanan Zaza Kolaşof, Ofîsa kar û Barên Welatên Sovoyeta kevn, Wezîrê Kinyazê Îbrahîm û Ofîsa Buroya Ragihandinê Hermn Ehmed pêk hatibû, amade bûn.

Di civînê de Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil li ser plan û mekanîzmayên Konfederasyonê û her wiha behsa pêşxistina federasyon û navendan kir, ku federasyonên ji çi pêk tên û armanca damezrandina wan çi ye, serokê konfederasyonê tîrêjê xist ser plana karên Konfederasyonê ku di paşerojê de berhemên kar bibînin. Her wehabo pêşxistana karên Revenda Kurdistanî hewlên cur be cur tê dayin.

 

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku divê Konfederasyon vê rola girîng bilîze û sûd ji hêza nerm ku li Dîasporayê heye, werbigire.

Her weha, Serok Barzanî hêviya serkeftina pirojeya Kurdistanî û niştimanî jî xwest, ji ber wê jî daxwaz ji welatiyên derbider kir ku wan valahiyên ku heta niha hebûye dabigrên û tekez jî li ser wê yekê kir ku divê Kurdên derveyê welat bibin hêzek bo welat û neteweya xwe. Li vir jî bi heman awayî divê her kurdekî wekî li parlamentoya Tirkiyê de, ji Osman Baydemir pirsîne, ”Kurdistan li ku ye?” ewî jî destê xwe daye ser dilê xwe û” gotiye Kurdistan li vir e.” Bi heman şîweyî divê Kurdistan, ala pîroz û hemû hêjayîyên netewî di dilê hemû Kurdan de be.

Di dawiyê de şandeya Komîteya Rêveber kêfxweşiya xwe bo wê dîdar û pêşiwaziya rêzdar serok Mesud Barzanî anî ziman û girîngiya piştgirî û rola wî ji bo serkeftina Konfederasyonê anî ziman.

___

Mûsa Enter ( 1920 − 1992 )

KDC

Çalakvanekî Kirmaşanî Hatiye Desteserkirin

KDC

Navenda Revenda Kurd dê konferansekê ji bo Wezîrê Tendirustiyê li dar bixe

KDC
KDC

FREE
VIEW