KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê Derbarê Êrîşa Tirsonek a Li Ser Mala Serokê Herêma Kurdistanê

 

Bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, em bi tundî wê êrîşa dronî ya neheq û tirsonek a ku li ser mala rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û çend deverên parêzgeha Dihokê hate kirin, şermezar dikin.

Ev êrîş berdewamiya wan hewldanên bêencam in ku armanca wan têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye. Em dubare dikin ku ev destdirêjî nikarin îradeya gelê me paşve bixin, bi berevajî, ew me ji bo parastin û mîsogerkirina kiyana me ya destûrî hîn zêdetir bi biryar dikin.

Ji bo rêgirtina li van destdirêjiyan û parastina serweriya axa Kurdistanê, em daxwaz ji navendên navneteweyî, hevalbendan û cîhana azadîxwaz dikin ku piştgirîya Herêma Kurdistanê bikin û aramiya wê biparêzin, û aliyên destdirêjkar ceza bikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
28ê Adara 2026

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat re şand
 

KDC

hişyariyek Ji Konfederasyona Rewanda Kurdistanê

KDC

Daxuyaniya Federasyona Revenda Kurdistanê li Avusturya

Harmn