KDC

Kurdistanê kursiya fermî di tora navneteweyî ya G100 de bi dest xist

Şandeke Nûnertiya Jinên Kurd bi beşdarbûna di Lûtkeya Serkirdayetiya Navneteweyî ya G100 de ji bo sala 2026an li Portekîzê, karî dîtina serdest a qurbanîbûnê biguhere bo serkirdayetî û destpêşxeriyê, di heman demê de di dawiya lûtkeyê de destkeftiyeke girîng ji bo Herêma Kurdistanê bi dest ket û nûnertiya fermî ya Kurdistanê di wê tora cîhanî de hate ragihandin.

Di navbera 8 heta 10ê Cotmeha 2026an de, li bajarê Sesimbra ya Portekîzê, civîna salane ya Lûtkeya Serkirdayetiyê ya G100 bi dirûşma Hêz, Bandor û Encam, Jin Guhertinê Diafirînin, hate lidarxistin, lûtke taybet bû bi komkirina jinên serkirde, xwedîkar, hiqûqnas û kesayetiyên bibandor ên cîhanê bi armanca darêjtina siyaseteke nû ji bo bihêzkirina pêgeha jinan di qadên navneteweyî de.

Di vê foruma cîhanî de, jinên Kurd bi rêya sê saziyan beşdariyeke çalak tomar kirin, ku ev bûn: Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê bi nûnertiya Şîrîn Zekî û Arêz Mihemedî, Navenda KG Lobby û Kongreya Netew û Dewletan bi nûnertiya Awreng Şaweys.

Nûnerên Kurd di nav du axaftinên sereke de nêrîna nû ya jina Kurd xistin ber beşdaran, axaftina yekem ji aliyê Arêz Mihemedî ve hate pêşkêşkirin, ku tê de bal kişand ser rola girîng a diyasporayê, beşdariya civakî û avakirina tora hevbeş a cîhanî, di heman demê de 5 dersên bingehîn ji bo serkirdayetiya serdemê pêşkêşî amadebûyan kir.

Herwiha, Awreng Şaweys di axaftinekê de nexşerêyeke 8 qonaxî ji bo guhertina bîranîn û birînên dîrokî bo zanyarî, lobîkirin û guhertina rêxistinî û sazîyî şîrove kir, peyama hevbeş a herdu axaftinan ew bû ku êdî nabe jina Kurd tenê wek qurbaniya dîrokê were dîtin, belku divê wek serkirde, dîplomat, hiqûqnas û hêza guhertinê were pênasekirin.

Di mijareke din a lûtkeyê de û di paneleke hevbeş de digel berpirsên payebilind ên Swêdê, behsa qurbanîdana Kurdan di rûbirûbûna terorê de hate kirin.

Awreng Şaweys rexne li kêmterxemiya civaka navneteweyî girt û ragihand, di demekê de ku cîhan deyndarê qehremaniya gelê Kurd e di têkşikandina DAIŞê de, lê belê hevkariyên navneteweyî di asta pêwîst de nînin, amaje bi wê yekê kir ku xwişk û birayên Êzdî hîna di kampan de dijîn û tevî hebûna logoya rêxistinên navneteweyî, ew tenê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ku barê giran ê bi hanaveçûna koçberan hilgirtiye ser milê xwe, ev mijar ji aliyê 60 jinên serkirde yên amadebû û 750 beşdarên online ve dengvedaneke berfireh li pey xwe anî û zêdetir ji 100 pirs derbarê pêwîstiya balkişandineke cidî li ser Herêma Kurdistanê arasteyî panelê hatin kirin.

Di asta destkefta dîplomasî de jî, di roja dawî ya civînê de, Xatû Şîrîn Zekî bi awayekî fermî wek nûnera tora G100 ji bo Kurdistanê hate destnîşankirin, Şîrîn Zekî berê di sala 2024an de nûnera beşa ewlehiyê ya torê bû li Fînlandayê, lê ev biryara nû pêgehekî taybet û serbixwe bi navê Kurdistanê li ser nexşeya çalakiyên vê rêxistinê dadimezrîne.

Her di çarçoveya konferansê de, fîlmeke dokumentarî bi navê (Er-er û Segên Ecac) ji derhênana Mihemed Hacî Qadir û ku berhema Kurdistan TV bû hate nîşandan, berî nîşandana fîlmê jî, Awreng Şaweys pêşgotinek derbarê operasyona Enfalê û Zîndana Nugre Selman û Kurd, ji bo amadebûyan behs kir.

Tora G100 yek ji bibandortirîn hevpeymaniyên navneteweyî yên jinan e, ku ji 100 jinên serkirde yên diyar ên cîhanê di kertên cuda yên biryardayînê, siyaset, aborî û mafên mirovan de pêk tê, armanca torê ji nû ve darêjtina siyasetên navneteweyî ye bi arasteya desthilatdayîna jinan û çespandina dadperweriya civakî, bidestxistina nûnertiya fermî di vê rêxistinê de derfeteke girîng dixe holê da ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji hevbeşiyên navneteweyî û bi rêya lobiya jinên jêhatî ve, pirsa mafên neteweyî û mirovî yên gelê Kurd bigihîne biryarderên payebilind ên welatan.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Konfederasyona Revenda Beşdarê Tazîya M.Emîn BozarslanBû

Harmn

Swêd: Konfederasyona Rewanda Kurdistanê wê beşdarî konferansa Federasyona Komên Kurd bibe

KDC

Li Geverê Xwepêşandan Hate Lidarxistin

KDC