KDC

Roja Neteweyî ya Padîşahiya Belçîkayê

Roja Neteweyî ya Padîşahiya Belçîkayê 21-07
Bi navê hemû rêxistinên endam ên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em pîrozbahiyên xwe yên germ li welatiyên Belçîkayê û hemû civaka Kurd a li Belçîkayê dijîn dikin. Bi dilxweşî û serbilindî em vê roja neteweyî ya ku nirxên yekitiya neteweyî pêk tîne bi hev re parve dikin. Em vê roja mezin pîroz dikin, rojeke girîng e ku her sal bi rêz û hurmet tê bibîranîn. Ji bo me wek civaka Kurd li Belçîkayê, ev roj gavek e ji bo xurtkirina têkilî û pêkvejiyana me bi çand, ziman û dîroka vî welatî re, ji bo avakirina civakek ku berpirsiyariya welatê xwe bigire ser milê xwe.

Bijî Belçîka, welatê bihevrejîyan û yekîtîyê!
Cejna Netewî li Padîşahiya Belçîkayê pîroz be!

___

Sûriye: Kurd Dikarin Bi Zimanê Xwe Bixwînin

KDC

Brîtanya : Dîroka karantîna ya ji bo ew kesên ku bi temamî vaksîn wergirtine hate ragihand

KDC

Konfederasyon peyama pîrozbahiyê pêşkêşî xûşk û birayên Êzdiyan dike

nusar1