KDC

28ê Gelawêjê salvegera Fitwaya Xumêynî li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê

Di rojeke wekî îro de, rêberê nû yê bidesthilatgihîştî yê Îranê ku karî destkevtên şoreşa gelên Îranê li dijî rejîma paşayetiyê zewt bike, her ji zû ve dest bi serkuta gelên Îranê nemaze netewa Kurd kir.

Xumêynî bi rasipardina “Xelxalî” bo dawîanîn bi xebata xelkê Rojhilatê Kurdistanê, gullebarankirina xelkê Kurdistanê wajo kir û kêm kes heye ku nebihîstibe di gundên Qarnê û Qelatan, Sewzî û Serçinar û çemê Mecîdxan de çi cinayet hatine kirin.

Piştî 42 salan ji Fitwa(Fermana Olî)ya Xumeynî, hêj hizrên Xumeynî li ser xelkê Kurdistanê û hemû azadixwazan berdewam in û her rojê ciwanên Kurd li ser sînoran bi teqeyên rasterast ên Pasdarên wê hizra Xumêynî têne kuştin, çalakvanên siyasiyên Kurd îdam dikin û bi rêya rêkxirava besîc ve mijûlê ramalîna civaka Kurdistanê ne.

Di salroja kuştina hovaneya xelkê Kurdistanê bi Fitwaya Xumêynî, xelkê Kurdistanê neku teslîmê xwest û daxwaziyên rejîma Îranê nebû belkî xebata xwe ya bo bidestveanîna azadî û mafên xwe hewlên qahîmtir didin.

darkamazi

___

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kanala Kurdistan24ê Kir

KDC

Gold prices inch up, investors shift focus to upcoming US economic data

kurdish dc

30yê Pûşpera 1930an – Simko Axayê Şikak

KDC