KDC

Navenda Baselê beşdarî semînerekê Kirn

rêkeftî 28.02.2026, bi beşdariya Rewenda Kurdistanî li bajarê Basel – Swîsra, civînek giranbuha li ser zimanê dayîkê hat lidarxistin, bi amadebûna hejmarek kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê.

Mêvanê sereke yê vê civînê nivîskar û zimanzanê kurd Osman Ozçelik bû.

Osman Özçelik xelkê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1952’an de hatiye dinyê.

Di vê semînarê de girîngiya zimanê dayîkê bi awayekî zanistî û neteweyî hate ravekirin. Wî di gotarê xwe de got:

“Ziman netew e; eger ziman çû, netew jî dimire.”

Her weha amaje kir ku ji nêzîkî 6 hezar zimanên ku îro li cîhanê tên axaftin, zimanê kurdî di rêza 31’an de ye; û li gorî zengîniya ferhengî ya zimanan, kurdî di rêza 8’an de tê hesibandin.

Semînarek dewlemend, zanistî û balkêş bû, ku di nav beşdarên de hestên berxwedan, hişmendî û berpirsyariya li hember zimanê dayîkê zêde kir.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê dike

Karzan

Desteya Îdarî ya navenda rewanda kurdistanê ya Birmîngham hat hilbijartin

KDC

Hewldanên derbaskirina sînorê Yewnanîstan û Tirkiyeyê zêde bûn û pêşî li 40 hezar koçberan hat girtin 

KDC