KDC

Almanyayê plana derxistina penaberan guherand

Almanyayê plana destgîrkirin û derxistina penaberan guherand û bi şevan bi ser penaberan de digire û wan destgîr dike û derdixe.

Raporteke çavdêriya serbixwe eşkere kiriye, ku hinek malbatên xwedî zarok di demjimêrên şevê de tên destgîrkirin û derxistin, herwiha hinek kes bêyî kelûpel û belgeyên xwe yên girîng tên vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, hejmara kesên ku bi rêya Balafirgeha Berlîn-Brandenburgê ji Almanyayê hatine derxistin, di sala 2025an de bi %15 zêde bûye û gihîştiye 2.591 kesan.

___

Saziya Asayîşa Nihênî ya Swêdê bavê çar zarokan deport dike

Xelan

Luksemburg: Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil Rêze Civînan Pêkanî

Harmn

‏Serok Barzanî beşdarî merasîma destpêka 11. Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê bû

Harmn