KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê Derbarê Êrîşa Tirsonek a Li Ser Mala Serokê Herêma Kurdistanê

 

Bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, em bi tundî wê êrîşa dronî ya neheq û tirsonek a ku li ser mala rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û çend deverên parêzgeha Dihokê hate kirin, şermezar dikin.

Ev êrîş berdewamiya wan hewldanên bêencam in ku armanca wan têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye. Em dubare dikin ku ev destdirêjî nikarin îradeya gelê me paşve bixin, bi berevajî, ew me ji bo parastin û mîsogerkirina kiyana me ya destûrî hîn zêdetir bi biryar dikin.

Ji bo rêgirtina li van destdirêjiyan û parastina serweriya axa Kurdistanê, em daxwaz ji navendên navneteweyî, hevalbendan û cîhana azadîxwaz dikin ku piştgirîya Herêma Kurdistanê bikin û aramiya wê biparêzin, û aliyên destdirêjkar ceza bikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
28ê Adara 2026

___

Swîsre: Endamên komîteya îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî li hev civiyan 

KDC

Swêdê 65 Penaber Dersînor Kiriye

KDC

Tahir Hewramî: Spasîya çend dezgehên ragihandinê yên navenda Rewanda Kurdistanî kir

KDC