KDC

Şifa Barzanî bawernameyan dibexşîne dibistanên kurdî yên diyasporayê

 

Îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an, li bajarê Düsseldorf a welatê Almanyayê, di çarçoveya karên kongreya yekem a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bawernameyên endambûn û pêzanînê bexşî hejmarek ji dibistanên kurdî yên li welatên diyasporayê.

Di naveroka bawernameyan de hatiye ronîkirin ku di bin ronahiya îmzekirina protokola navbera federasyon û dibistanan de, bi şanaziyê ve biryar hatiye dayîn ku ew dibistana ku bawername jê re tê dayîn, wek endameka Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî û Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kodeke diyarkirî were tomarkirin, ku her dibistanek xwedî koda xwe ya taybet e.

Di beşeke din a bawernameyê de, peyameke pêzanînê pêşkêşî birêveber û mamosteyên dibistanan hatiye kirin û ji wan re hatiye ragihandin ku ew cihê şanaziyê ne bo neteweya kurd û zimanê şîrîn ê kurdî. Herwiha hatiye teqezkirin ku xebat û keda wan a bo xizmeta ziman û neteweya wan bi bilindî tê nirxandin. Bawername, logo û îmzeya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî û Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser e.

Lidarxistina kongreya yekem a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî û girîngîdan bi dibistanên diyasporayê, hengaveke stratejîk e bo parastina nasnameya neteweyî û rêgirtin li helandin û bişaftina nifşên paşerojê yên kurd li derveyî nîştiman. Rola Şifa Barzanî wek Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, hewleke berdewam e bo yekxistin û rêkxistina şiyanên kurdên diyasporayê û girêdana wan bi pirsên neteweyî û çanda warê kal û bavan ve, daku zimanê dayikê bibe pireke têkiliyê ya xurt di navbera nîştiman û diyasporayê de.

 

Karzan Haedar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

Hevwelatiyekî Ji Bajarê Dîwandereyê Hatiye Desteserkirin

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî sersaxî ji malbata Elî Qazî re şand 

KDC

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanê dê beşdarî konferansa çand û olên Neteweyên Yekbûyî bibe 

KDC