KDC

Lêkolînek: Alman Ji Penaberan Ditirsin

Lêkolîneke li ser çanda pêşwazîkirina koçberan nîşan da ku piraniya Almanan ji encamên neyînî yên penaberan ditirsin.

Di lêkolîna ku roja Çarşemê hat weşandin de hatiye ragihandin ku Almanya ku amadebûna xwe ya ji bo wergirtina penaberan aşkera kir. Di Mijdara 2021an de bi 2 hezar Almanan re anketek pêk aniye û ev yek jî bi zelalî nîşan dide ku hin guhertin hene.

Li ser aborî, %68 wan kesên ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin bawer dikin ku koçberî sûd e ji bo kompanyayên navneteweyî û %55 Almanan bawer dikin ku ew dê alîkariya karên pîşeyî bike, hinek Alman pêşbîniya kêmbûna temenê civatî dikin û %48 jî li benda dahata teqawidiya bilind in. Di berdêla vê de nêzîkî du ji sê parên Almanan ji giranbûna barên civakî û refahê ditirsin. Her wiha ji nakokiyên di navbera penaberan û nifûsa resen ya Almanyayî jî ditirsin.

___

Sûdên Bisiklêtê (Duçerx)

KDC

Hevpeyvînek li gel keşe Andro Branson 

KDC

Agahdarî ji bo Dayik û Bavên li dîasporayê. Zarokên xwe ji bo hînkirin, nivîsandin û xwendina zimanê kurdî di kursa sêyemîn de qeyd bikin

KDC