KDC

Awusturya: Rewanda Kurdistanî Newroz û Sersala Kurdî pîroz kirin

Li ser banga Navenda Rewanda Kurdistanê li Awusturyayê û di bin ala Kurdistanê de Kurdistanî li Viyanayê Newroz û Sersala Kurdî pîroz kirin
Roja Yekşembî 19.03. 2023 li perava çemê Donaw Cejna Sersala Kurdî bi amadebûna pitir ji 2,000 keç û xortên Kurd li Awustriya hat pîroz kirin
Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşa Rojhilat û qurbaniyên erdheja bakûr û rojavayê Kurdistanê hate xwendin û pişt re jî çend sirûdên netewî û helbestên welatparêzî hatin xwendin
Piştre Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanî li AwusturyaNizar Mûsa axaftina Newroza 2023 ‘an a Viyanayê kir û Newroza her kesî pîroz kir û destpêkirina merasîman kir

Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanê di beşeke axaftina xwe de behsa neheqiya ku gelê me lê rast hatiye kir û bi taybetî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û erdheja Rojava û Bakûrê Kurdistanê kir
Pişt re keç û xortan merasim bi dilên Kurdî xemiland û awaza huner û muzîka netewî di seqayeke netewî ya Kurdî de bi ala Kurdistanê xemiland û dilê rewanda Kurdistanê xweş kir .

___

Polonya: Koçber Ji Bo Sînor Derbas Bikin Rêbazeke Din Bi Kar Tînine

KDC

Grûbeke Nijadperestên Tirkan Gefa Şewitandina Kurdan Dixwine

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi helkefta bîranîna tawanên Enfalê peyamek belav kir

Harmn