KDC

Ji bo cara yekem Kurdek bû şampiyonê cîhanê

Agit Kabayel Kurdekî nîştecihê Almanyayê ye û di şampiyoniya WBC ya kîloya giran de karî bibe xwediyê kembera zêrîn û bi wê yekê pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest xist.

Agit Kabayel li ser hesabê xwe yê tora civakî X ragihand: Piştî ku şervanê Ukraynî Oleksandr Usyk vekişiya û dest ji kembera xwe berda, wî karî wek yekemîn Kurd di dîrokê de wê kembera zêr bi dest bixe.

Hevdem bi vê yekê, piştî nêzîkî sedsalekê kesekî ji Almanyayê karî wê kemberê qezenc bike.

Boksînerê Kurd diyar kir ku ev hestekî nayê bawerkirin e û ew ji niha ve şampiyonê kîloya giran a cîhanê ye. Herwiha dibêje: “Ez tu peyvan nabînim ku hestên xwe pê bînim ziman. Ez soz didim ku ez ê her tiştî bikim da ku ji bo demeke dirêj vê kemberê biparêzim.”

Agit Kabayel, her çend bi navê Almanyayê beşdarî şampiyoniyên cîhanê dibe, lê li ser dikê (platformê) ti carî ala Kurdistanê ji bîr nake. Hefteya borî jî wêneyekî xwe û Deniz Undav, êrîşberê Kurd ê tîma neteweyî ya Almanyayê belav kiribû û nivîsîbû: “Hêza Kurd”.

___

nûnerê konfedrasiyon û navenda rewanda kurdistanî beşdarîyê di dêrendaza danasîna pirtûkekê de bikin

KDC

Emerîka piştgêriya xwe jibo danustanên aliyên Rojava dupat dike

KDC

Pîrozbahiya Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê

KDC