KDC

Ewropa tundtirîn yasaya deportkirina koçberan pesend kir

 

Parlemana Ewropayê bi piraniya dangan pakêteke nû û bêmînak ji bo vegerandina wan koçberan pesend kir ku bi awayekî neyasayî li welatên yekîtiyê de ne.

Yasaya nû rêkarên deportkirinê (dersînorkirinê) bi awayekî berçav tund û bilez dike, desthilatên bêsînor dide hêzên ewlehiyê ji bo avêtina ser malan û cezayên giran ên wekî qedexekirina geştê bo dema 20 salan li ser koçberan de disepîne.

Li gorî yasaya nû, dema desteserkirina koçberan ji 18 mehan bo 30 mehan tê zêdekirin. Heke koçberek ji welatekî derbasî welatekî din ê Ewropayê bibe, dema zindanîkirina wî ji sifrê ve tê hejmartin û dikare bo demeke nediyar di zindanê de bimîne.

Di heman demê de desthilateke berfireh hatiye dayîn bo hêzên ewlehiyê ji bo lêgerîn û avêtina ser malên koçberan, malên xizmên wan û heta wan stargehan jî ku ji aliyê rêxistinên mirovî ve tên birêvebirin. Ji aliyê din ve, ew xala ku berê li ser bingeha hestiyarî û rewşa mirovî destûra mafê mayînê dida koçberan hatiye betalkirin; loma ji niha û pê ve divê yekser biryara deportkirinê ji bo wan were derxistin û hemû welatên Ewropayê jî bêyî lêkolîneke nû dê pabendî biryarên hevdu bin.

Yek ji guherînên din ên mezin, dayîna desthilatê ye bi welatên Ewropayê ji bo avakirina kampên derveyî; bi vî awayî dikarin koçberan û heta malbat û zarokan jî bişînin welatên sêyem yan wan kampên li derveyî sînorên Ewropayê heke nekaribin wan vegerînin welatên wan ên resen. Serbarê vê yekê, ew koçberên ku biryara deportê bo wan derdikeve yan di dema vegera bi daxwaza xwe de hevkarî nakin, bo dema 10 heta 20 salan ketina wan bo nav axa Ewropayê tê qedexekirin.

Ji bo cîbicîkirina vê pêvajoyê jî, Ewropa dê vîze, bazirganî û alîkariyên navdewletî wekî karta fişarê bi kar bîne da ku welatên derve neçar bike welatiyên xwe werbigirin; her wiha rola ajansa parastina sînorên Ewropayê di pêvajoya vegerandinê de tê berfirehkirin.

Ev yasaya nû ku di 17ê Hezîranê de bi 418 dengên “erê” li hemberî 218 dengên “na” û 30 dengên “bê alî” di Parlemana Ewropayê de hat qebûlkirin, nûkirineke bingehîn a sîstema koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye û cihê rênimayên sala 2008an digire. Pesendkirina van rêkaran ku heta ji pêşniyarên Komîsyona Ewropayê yên sala 2025an jî tundtir in, nîşana polîtîkaya nû ya Yekîtiya Ewropayê ye ji bo girtina sînorên xwe û tundkirina kontrola li ser koçberan. Di niha de yasa tenê li benda biryara dawî ya Encûmena Yekîtiya Ewropayê ye; yekser piştî belavkirina di rojnameya fermî ya yekîtiyê de, beşeke zêde ya xalên wê dê bikevin warê cîbicîkirinê û ya ku dimîne jî dê piştî 12 mehên din were bikaranîn.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

lsraîl Rê Li Ber Tûrîstan Vedike

KDC

Joe Biden Li Ser Dosyeya Pandorayê Axiviye

KDC

Şifa Barzanî ji bo Agit Kabayel: 83 mîlyon Alman û 60 mîlyon Kurd bi te serbilind in

Xelan