Digel zêdebûna aloziyên Rojhilata Navîn, Yekîtiya Ewropayê hişyariyeke tund dide Iraqê û wê wek xaleke lawaz a herêmê dibîne. Kaja Kallas, berpirsa siyaseta derve û asayîşa Yekîtiyê, wisa difikire ku her aloziyek di Tengava Hurmizê de, rasterast aboriya Iraqê difetisîne û deriyê şer û pevçûnên navxweyî li ber wî welatî vedike.
Di daxuyaniyeke taybet de derbarê rewşa herêmê û paşeroja Iraqê ya piştî bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Kaja Kallas dilgiraniya kûr a Yekîtiya Ewropayê li hember çarenivîsa Iraqê diyar kir. Ew berpirsa bilind a Ewropayê wisa difikire ku rewşa niha ya Iraqê cihê raman û metirsiyeke mezin e ji bo civaka navdewletî, bi taybetî li sayeya wan pêşhatên metirsîdar de yên ku li Îranê û Tengava Hurmiz de diqewimin.
Kallas tekez li ser girêdayîbûna temamî ya aboriya Iraqê bi rêyên avî dike û zelal dike ku dahata hikûmeta Bexdayê ji bo dabînkirina xizmetguzariyên sereke, bi temamî pişta xwe bi hinardekirina neftê di rêya Tengava Hurmiz re girêdaye. Ji dîtina wê ve, eger ew rêya avî tûşî her astengiyekê bibe û hikûmet nikaribe xizmetguzariyan dabîn bike, wê demê çêbûna pevçûn û şerên xwînî di nav Iraqê de bêguman e.
Ji bo pêşîgirtina li vê senaryoya metirsîdar, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê eşkere dike ku niha ew bi berpirsên bilind ên Iraqê re li ser xeta pêwendiyê ya berdewam in ji bo dîtina çareseriyê û girtina rêkarên pêwîst, ji ber ku wekî ku ew bi xwe destnîşan dike, ev ne tenê pirsgirêka Iraqê ye, lê belê bûye xala dilgiraniya hevpar a tevahiya welatên herêmê jî.
Ev hişyariya tund a Yekîtiya Ewropayê di demekî gelek hesas de ye ku Iraq di qonaxeke çarenivîssaz re derbas dibe. Biryar e meha îlonê ya bê, erka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bibe û heta niha jî tu asoyek ji bo dirêjkirinê yan jî guhertina şêwazê mayîna wan hêzan ne zelal e.
Di çarçoveya vê rewşa aloz de û ji bo gengeşekirina van pirsên hesas, Elî Zeydî, Serokwezîrê Iraqê, îro duşem 13-07-2026 digihîje Waşingtonê ji bo encamdana hejmarek civînên yekalîker bi îdareya Amerîkayê re, ku tê de pirsa asayîşa herêmê û paşeroja pêwendiyên leşkerî û stratejîk ên di navbera her du welatan de, mijarên sereke yên li ser maseya gotûbêjan bin.

