KDC

Du Welatiyên Kurd Ji Girtîgeha Îtlaatê Hatin Veguhestin

2 welatiyên ji gundê Şiyanî yê girêdayî bajarê Sineyê ku nêzî du meh berê ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatibûn girtin, hatine veguhestin bo girtîgeha navendî ya bajêr.

Di roja sêşema derbasbûyî de Necat Ezîzî yê 22 û Behzad Mehmûd ê 33 saliyê ji gundê Şîyanî piştî nêzîkî du mehan bo zîndana navendî ya bajarê Sineyê hatin veguhastin û qonaxa lêpirsînê li girtîgeha Îtlaatê bi dawî bû.

Li gor jêdereke agahdar ev du welatiyên Kurd di dema girtina wan de ji mafê xwegihandina parêzeran bêpar mane û navendên îstixbaratê ew bi hevkariya partiyeke Kurdistanê ya opozîsyonê tawanbar kirine.

___

Tirkiye: 177 aktorên sînemayê cezayê Osman Kavala û hevalên wî wek îllegal bi nav dikin

KDC

 Brîtanya wê di nava du hefteyên pêş de dest bi dersînorkirina koçberan li Rûanda bike   

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Dayikan

Karzan