Navenda Çandî ya Kurdî li bajarê Şîkago yê eyaleta Illinois a Amerîkayê, bûye navendeke girîng bo komkirina revenda Kurdî û nasandina doza Kurd di warên çand, ziman û siyasetê de.
Ev navend bi rêya gelek çalakiyên curbecur hewla parastina nasnameya neteweyî ya Kurd dide di nav civaka Amerîkî de.
Yek ji çalakiyên herî diyar ên vê navendê, rêkxistina Festîvala Fîlmên Kurdî ye li Şîkagoyê ku 3 sal e li ser hev tê lidarxistin.
Ev projeya hunerî bi hevkariya Zanîngeha Şîkagoyê tê encamdan, ku tê de li holên mezin ên zanîngehê fîlmên derhênerên Kurd tên nîşandan, ev festîval wek derfeteke zêrîn tê dîtin bo komkirina Kurd û biyaniyan û nasandina wan bi dahênanên sînemaya Kurdî.
Li kêleka aliyê hunerî de, navend girîngiyeke taybet bi zimanê Kurdî dide û kursên fêrbûna ziman ji bo zaravayên Soranî, Kurmancî û Zazakî vedike, ev kurs ne tenê ji bo nifşên revenda Kurdî, belku ji bo xwendekarên zanîngehê û ew biyaniyên ku hez dikin ziman û dîroka Kurdistanê fêr bibin jî ne, armanca sereke ji van hewlan parastina ziman û dîroka Kurd e ji windabûnê û veguhestina wê ye bo nifşên paşerojê li diyasporayê.
Ji bilî karên çandî, Navenda Çandî ya Kurdî li Illinoisê wek navendeke xizmetguzariyê ji bo wan welatiyên ku nû koç dikin bo Amerîkayê kar dike, bi mebesta alîkariya wan bo xwe-guncandina ligel civaka nû, herwiha navend di asta siyasî û dîplomatîk de jî çalak e û peywendiyeke berdewam ligel berpirsên hikûmî yên wîlayetê heye bo gihandina dengê Kurd û gotûbêjkirin li ser bûyerên navçeyê.
Li gor amarên Enstîtuya Kurdî li Parîsê, hejmara Kurdên niştecîh ên Amerîkayê di navbera 15 heta 20 hezar kesan de tê texmînkirin. Ev revend bi rêya avakirina navendên wek navenda Şîkagoyê, hewl dide peywendiyên xwe yên çandî û neteweyî ligel welat bi zindî bihêle.

