Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, di hevdîtinekê de ligel nûnerê Wezareta Derve ya wî welatî, dilgiranî û daxwazên revenda Kurdistanî derbarê rewşa navçeyê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de gihandin Wezareta Derve ya Fînlandayê.
Şahsiwar Bilal berpirsê têkiliyên Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, hevdîtinek ligel Timo Ristolainen endamê yekîneya Wezareta Derve ya Fînlandayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn encam da.
Di wê hevdîtinê de, Sirwan Sabir, Sileman Sileman û Karwan Cemil, endamên desteya rêveberiyê ya Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, beşdar bûn û tê de behsa pêşxistina têkiliyên di navbera Fînlanda û Herêma Kurdistanê û dawîn guhertinên navçeyê û êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê kirin.
Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, di daxwaznameya xwe de dilgiraniya xwe ya derbarê êrîşên bi dron û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê de gihand, bi taybetî ew êrîşên ku cihên sivîl dikin armanc.
Di daxwaznameyê de hatibû, ku ji destpêka aloziyên navçeyê ve, zêdetir ji 1000 êrîşên bi dron û mûşekî arasteyê Herêma Kurdistanê hatine kirin û di encama wan êrîşan de hejmarek şehîd û birîndar hebûne.
Herwiha navendê daxwaz ji hikûmeta Fînlandayê kiriye ku êrîşên neheq ên li ser Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast şermezar bike û piştgiriyeke zêdetir ji bo parastina aştî û aramiya li navçeyê bike.
Herwiha tekez li ser wê yekê hatiye kirin, ku Herêma Kurdistanê roleke girîng di aramiya Rojhilata Navîn de heye û di dema rûdanên dijwar ên navçeyê de mil bi milê hevpeymanên navdewletî di şerê dijî terorê de beşdar bûye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, daxwaz hate kirin ku têkiliyên dîplomatîk ên Fînlanda û Herêma Kurdistanê berfirehtir bibin û nûnertiyeke fermî li Herêmê bê vekirin û têkilî di warê bazirganî û civakî de bên pêşxistin û handana kompanya û veberhênerên Fînlandî ji bo veberhênanê li Kurdistanê bê kirin.
Di dawiya hevdîtinê de, nûnerê Wezareta Derve ya Fînlandayê helwêsta erênî ya hikûmeta welatê xwe ya beramberî piştgiriya Rojhilata Navîn a aram derbirî û amaje bi wê yekê kir, ku Fînlanda hemû êrîşên li ser welatên navçeyê, di nav de Herêma Kurdistanê û Iraqê, şermezar dike.
Herwiha eşkere kir ku hikûmeta Fînlandayê bi çaveke erênî li têkiliyên bazirganî dinêre û dengê revenda Kurdî ya Fînlandayê bi girîngî werdigire.
Navenda Revenda Kurdistanî ya Fînlandayê di dawiyê de spasiya Wezareta Derve ya Fînlandayê kir ji bo guhdarîkirina dilgiraniyên Revenda Kurdistanî û wergirtina daxwazên wan.

