KDC

Peyama Spas û Rûmeta Konfederasyona Revenda Kurdistanê

 

Bi boneya serkeftina mezin a şahiya me ya neteweyî, Cejna Newrozê, ku di 21ê Adara 2026an de li bajarê Bonn yê Almanyayê di rewşeke aram û bi coş û şahî de pêk hat, ku bû derfeteke zêrîn ji bo danasîna çand û dîroka me ya neteweyî ji cîhanê re, Konfederasyona Revenda Kurdistanê ji dil û can spas û rûmeta xwe pêşkêşî Cenabê Serok Mesûd Barzanî dike ji bo piştgiriyên wî yên berdewam, ku bûne bingeha hevêna van serkeftinên mezin ên Revenda Kurdistanê.

Spas ji bo gel û hikûmeta dostê Almanyayê re, bi taybetî ji Şaredariya bajarê Bonnê, ji bo pêşwaziya germ û pêkanîna rewşeke aram ji bo şahiya Newrozê. Herwiha em spasiyên bêdawî pêşkêşî Komîteya Amadekar û hemû navend û federasyonên girêdayî Konfederasyonê û hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo xebat, dilsozî û nîşandana mînakeke yekîtiyê.

Rûmeta me ya zêde ji bo parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Ewropayê û Almanyayê, herwiha ji bo nûnerên partî û aliyên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên ku beşdarî şahiya Newrozê ya bajarê Bonnê bûn, heye, ku tê de peyama yekîtiyê dubare kirin û rûyekî şaristanî dan şahiyê.

Spasiyên zêde ji bo hemû Kurdistaniyên li Almanyayê û welatên din ên cîhanê ku bi evîneke mezin hatin Almanyayê û şahiya Newrozê bi hunermend û muzîkjenan re xemilandin, bi deng û awazên xwe yên resen coş û şahiyeke mezin xistin dilê amadevanan.

Rola saziyên medyayî yên navxweyî û biyanî bilind dinirxînin, bi taybetî her yek ji Kurdistan TV, Ava Media, Rûdaw û Kurdistan 24, ji bo weşana wan a medyayî ya şahiya Newrozê ya Bonnê û gihandina deng û wêneyê gelê me ji cîhanê re.

Em dubare dikin, bi yekîtiyê û hezkirina xwe, em dikarin her dem wêneyê herî xweşik ê Kurdbûnê nîşanî cîhanê bidin. Newroza we pîroz be û her dem serbilind û serkeftî bin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
26ê Adara 2026

___

Peyama Konfederasyona Rewanda Kurdistanê ya bi helkefta Newrozê 

KDC

Çalakiyên meha 8 a sala 2022 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û  navenda revenda Kurdistanî

KDC

Serokê DYAyê Joe Bîden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna NATOyê ya li Brukselê de li hev civiyan.

KDC