KDC

Ji bo pêşxistina peywendiyên çandî yên di navbera Herêma Yaroslav û Revenda Kurdistanî de hewldan zêdetir dibin

 

Qehreman Osman bi nûnertiya Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, digel berpirsên payebilind ên şaredarî û hikûmeta Herêma Yaroslavê ya Rûsyayê civiya, di hevdîtinê de ji bilî gotûbêjkirina hevahengiyên çandî, daxwaza hêsankariyê ji bo wergirtina xwendekarên Kurd li zanîngehên wê herêmê kirin û karnameya Nivîsîngeha Diyasporayê ya li Baregeha Barzanî ji bo aliyê Rûsî hate ronîkirin.

Roja duşema 17.08.2026an, Qehreman Osman digel Mîşa Xaldiyan, endamê Encûmena Şaredariya Yaroslavê û her yek ji Dr. Mîrzad Hazim, Memo Memoyî û Dr. Heval, ji aliyê Gavrîlov Îgorevîç, Cîgirê Yekem ê Şaredariya Yaroslavê û Xatûna Lîbîdêva Marîya Dmîtrîyevna, Berpirsa Peywendiyên Navneteweyî ya Herêma Yaroslavê ve hatin pêşwazîkirin.

Di civîneke dualî de, herdu aliyan behsa girîngiya pêşxistina karên çandî yên hevbeş û bihêzkirina peywendiyên di navbera wan de kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, şanda Revenda Kurdistanî bi hûrgilî bal kişandin li ser armanc û karên Nivîsîngeha Diyasporayê ya li Baregeha Barzanî, hate destnîşankirin ku ev sazî navendeke çandî ye û erka wê ya sereke parastina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdistaniyan e li derveyî welat. Herwiha tekez li ser wê yekê hate kirin ku Nivîsîngeha Revenda Kurdistanî han dide ku bibin welatiyên mînakî û sûdbexş ji bo wan welatên ku lê dijîn, bi awayekî ku ji her karekî neyasayî, tundrewî û bikaranîna madeyên hişbir dûr bin.

Wek beşek ji bernameya serdanê, şanda Revenda Kurdistanî daxwazeke fermî pêşkêşî aliyê Rûsî kir da ku Herêma Yaroslavê hêsankariya pêwîst bike ji bo wergirtina xwendekarên Kurd li zanîngehên herêmê, bi mebesta pêşxistina asta zanistî û navneteweyî ya xwendekaran.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên bajarê Yaroslavê digel derbirîna kêfxweşiyeke mezin ji bo vê peywendiyê, piştgiriya xwe ji bo xurtkirina hevkariyên çandî digel gelê Kurd nîşan dan. Herwiha sozê dan ku bi ciddî kar li ser bicihkirina daxwazan û derfetên xwendinê ji bo xwendekarên Kurd birêxsin.

___

Polonya Li Ser Sînorê Belarûsê Dîwaran Lê Dikiye

KDC

Joe Biden: Êrîşa Tirkiyeyê Ya Ser Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Amerîkayê Xetere Ye

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şehîdxistina Pêşmergeyek û Hevjîna Wî Şermezar Dike

Harmn