Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê bi armanca ronîkirina çarenûsa yasayî ya penaberên Sûriyê, bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li ber ronahiya guhertinên nû yên penaberiyê li Holandayê û Yekîtiya Ewropayê, roja Şemiyê 24ê Cotmeha 2026an li bajarê Rotterdamê civîneke agahdarî û şêwirmendiyê saz dike.
Civîn bi navê Sûriye, Penaberî û Veger, ji saet 13:00 heta 17:00 êvarê li navnîşana Van der Sluysstraat 176, 3033 SR li bajarê Rotterdamê tê lidarxistin, armanca sereke ya civînê bersivdana wan pirs û dilgiraniyên yasayî ye ku derbarê rêkarên nû li ser jiyan û mayîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Holandayê derketine holê.
Di nav civînê de, çend mijarên girîng ji aliyê pispor û şarezayên yasayî ve têne nîqaşkirin, di nav de: nirxandina rewşa niha ya vegera bo Sûriyê, dawîn guhertinên di siyaseta penaberiyê ya dewleta Holandayê de, biryar û rêzikên nû yên Yekîtiya Ewropayê derbarê koç û penaberiyê de, digel encamên rasterast ên van biryaran li ser mafê mayînê û pêvajoya daxwaza penaberiyê.
Rêkxerên civînê amaje bi wê yekê dikin ku di beşek ji bernameyê de derfeteke temam ji bo amadebûyan tê dayîn ji bo arastekirina pirsên wan û wergirtina bersiv û şîreta pratîkî ji pisporan li gorî doza taybet a wan, di heman demê de civîn dibe derfetek ji bo bihêzkirina têkilî û hevrêziya zêdetir di navbera revenda Kurdî li Holandayê de.
Ev destpêşxerî di demekê de ye ku li ser asta Yekîtiya Ewropayê û bi taybet li navxwe ya Holandayê, guhertineke berbiçav di siyasetên penaberiyê de hatiye meydanê û desthilatdar li mekanîzmayên tundtir digerin ji bo sînordarkirina koçê, di heman demê de germbûna behs û xwestina diyarkirina herêma aram li Sûriyê û îhtîmala neçarkirina penaberan bi vegerê, dilgiraniyeke kûr li cem penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê çêkiriye ku ji ber nearamî û binpêkirinan welatê xwe terikandine, ji vê aliyê ve, ev cure civîn wekî gaveke girîng têne hesibandin ji bo agahdarkirina penaberan bi mafên wan ên yasayî û awayê parastina mafê mayîna wan di çarçoveya yasayên navneteweyî û xwecihî de.

