KDC

Şifa Barzanî: Zimanê kurdî hewêna mayîna neteweyî û xewna Kurdistana serbixwe ye

 

Di pêngaveke dîrokî û bêhempa de bo revenda Kurdistanî, bajarê Düsseldorf ê Almanyayê mazovaniya yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî kir. Di vê bûyera giring de ku bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewleta Almanyayê û aliyên siyasî hat lidarxistin, tekezî li ser bidawîanîna perçebûna hewlan û avakirina sîwaneke neteweyî ya yekgirtî bo parastina zimanê dayikê li diyasporayê hate kirin.

Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekî stratejîk de di kongreyê de ku îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an hat lidarxistin, silav û hêviyên serkeftinê yên Serok Mesûd Barzanî gihand beşdarvanan. Lewma tevî xêrhatina mêvan û dîplomatan, ragihandina vê federasyonê wek werçerxaneke dîrokî di jiyana diyasporayê de wesif kir ku tê de cara yekem, sîwaneke neteweyî bo hemû navendên akademîk û dibistanên kurdî tê avakirin, daku bibe maleke giştgir bo gihandina zimanê kurdî bo hemû malbatên li diyasporayê bêyî tu cudahiyekê.

Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bal kişand ser wê yekê ku her çend di rabirdû de hewlên takekesî û saziyî yên cihêreng bo xizmeta ziman hatine dayîn, lê bandora wan sînordar bûye. Ji ber vê yekê, ev federasyon dê bibe minberek bo komkirina hemû wan hewlan. Her wiha bi eşkereyî bal kişand li ser wê yekê dibe ku ev yekrêzî li gora dilê hin hêzên siyasî û welatên dagirker nebe ku berdewam hewl didin derz xistinekê bixin navbera kurdan, lê yekgirtina 35 dibistanên kurdî li cîhanê û piştgiriya pisporan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê rastiyê diselimînin ku tu ajendayeke derve nayê ser wan ferzkirin û Kurdistanî bi xwe, bi biratî biryarê li ser çarenivîs û paşeroja neteweya xwe didin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Şifa Barzanî tekez li ser felsefeya mayina neteweyê kir û ronahî kir ku windakirina ziman tê wateya windakirina dîrokê, bi taybetî bo neteweya kurd ku hîna nebûye xwediyê dewleteke serbixwe. Lewma ziman tekane garantiya mayinê û hîştina xewna avakirina Kurdistaneke serbixwe ye. Li ser rênimayiyên Serok Barzanî jî, soz da ku piştgirî û hevkariya tam bide federasyonê ji bo vekirina dibistanên zêdetir û parastina ziman.

Şifa Barzanî daxwazeke rijd û ciddî pêşkêşî dayik û bavan li diyasporayê kir ku bibin piştevanê federasyonê, zarokên xwe han bidin û li malê tenê bi zimanê kurdî biaxivin, daku wê mîrata kal û bavan ji windabûnê rizgar bikin, ji ber ku tu kesekî din zimanê wan bo wan naparêze. Ligel vê yekê, pêşniyara darêştina standardeke yekgirtî bo zimanê kurdî li diyasporayê kir û destxweşî li desteya damezrêner kir ku bi serkeftî navendên xwe di bin vê sîwanê de kom kirine.

Bi sed hezaran malbatên kurd li welatên Ewropa û cîhanê dijîn ku ji ber nebûna sîstemeke perwerdeyî ya yekgirtî ya kurdî, nifşên wan rûbirûyê metirsiya dûrketina ji zimanê dayikê û helandina di nav çanda welatên lê dijîn de bûne. Avakirina Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî, hewleke stratejîk e bo birêkxistina şiyanên belavbûyî yên li diyasporayê û bi sazîkirina pêvajoya hînkirina zimanê kurdî, daku nifşê nû yê revenda Kurdistanî bi nasname û resenatiya neteweyî ya xwe ve bêne girêdan û bibin pireke bihêz di navbera nîştiman û cîhana derve de.

___

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî ji bo malbata Yaşar Kaya sersaxî xwest 

KDC

Em Erîşên li Ser Ala Kurdistanê û Avahîyên Kurdistanî bi Tundî Şermezar Dikin!

KDC

Du Welatiyên Kurd Ji Girtîgeha Îtlaatê Hatin Veguhestin

KDC