KDC

Beṣdarî di rojên mafê mirovan de

Di rojên 8-9/12 an de li Stockhom – Kista Mässan du roj semîner, guftûgo, panel û pêṣengeh bo mafên mirovî hatin lidarxistin.

Rojên mafên mirovî her sal, ji aliyê gelek rêxistin û dezgehên fermî û sîvîl li bajêrekî têne amade kirin.

Berpirsa rêxistin a Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ṣermin Bozarslan û seroka Komeleya Jinên Diyasporaya Kurdistani li Stockholmê Evin Ṣhingali, di her du rojên mafên mirovî de, di runiṣtinên; li ser kêmneteweyên dîrokî yên Swêdê de, di parastin û jiyandina ziman, nasname û çandên kêmneteweyan de, di binpêkirinên mafên azadiya fikrî de, di mercên demokratîyet bo alîkarîya rêxistinên sîvîl de, di Koma Netewan û berpirsiyarîya dewletan bo komkûjiyan de amade bûn.
Gelek têkilî danîn û hevdîtinan kirin.

___

Nûnerê Konfederasyona Penaberên Kurdistanê wê panelekê vekê

KDC

Charles Mîchael : Konseya Yekîtiya Ewropayê Ya Bê Merkel Weke Fransaya Bê Eyfel E

KDC

Jineke Aktîvîst a Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

KDC