Niha li bajarê Düsseldorf a Almanyayê, yekemîn kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê dest bi karên xwe kir.
Ev rûdana girîng, ku bi dirûşma “Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û hevdem ve li diyasporayê” û bi çavdêrî û piştgiriya rasterast a Serok Mesûd Barzanî tê birêvebirin, berdewamiya wê rêbaza dîrokî ye ku Mela Mistefa Barzaniyê nemir ji bo piştgiriya pênûs û edebiyata Kurdî girtibû ber xwe.

Proje ji aliyê Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ve hatiye danîn û tê serpereştîkirin, armanc jî yekxistina nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê û welatên Sovyeta berê ye di bin yek banekî hevbeş de, da ku ji rewşa dûriyê werin derxistin û şiyanên wan di xizmeta niştiman de werin bikaranîn.
Di destpêka rêwresma kongreyê de, Şifa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî gotara vekirinê pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de, digel bixêrhatina nûnerên Serokayetiya Herêmê, Hikûmetê û aliyên siyasî, ragihand ku ev kongre bi navê helbestvan û nivîskarê mezin ê Kurd Hejar Mukriyanî ve hatiye binavkirin, ev jî wek nîşanekê bo jêbirina sînorên destkirî yên di navbera perçeyên Kurdistanê de û qonaxên dijwar ên ku nivîskaran tê de ziman û çanda xwe parastine.

Di beşeke din a gotara xwe de, Şifa Barzanî vegeriya li ser dîroka dijwar a rojnamegerî û nivîsîna Kurdî û bîranîna 22yê Nîsana 1898an bilind nirxand ku tê de Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derxist. Herwiha behsa rola kovarên wekî Hawarê di sala 1932an de bi serpereştiya Celadet Alî Bedirxan û piştre kovarên Ronahî û Nûbihar kir, ku çawa li diyasporayê û dûrî ji niştiman bûne mînberek ji bo parastina ziman û pêşxistina edebiyata Kurdî, hevdem bal kişand li ser vejîna rojnamegeriyê di serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê de jî.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî tekez li ser têgeha dîplomasiya rewşenbîrî kir û ragihand: Çawa ku siyasetmedar bi dîplomasî û Pêşmerge bi çekê xebatê dikin ji bo bidestxistina mafên gelê me, erka nivîskar û rewşenbîrane jî ku di rêya pênûsên xwe re lobiyê ji bo doza rewa ya Kurdistanê bikin û dîrok û mafên gelê me bi cîhanê bidin nasîn.
Di gotara xwe de, Şifa Barzanî bal kişand li ser amadebûna Dr. Aryan Selahedîn, Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku bi hevahengiya digel Hikûmeta Herêmê, çarçoveyeke yasayî were avakirin ji bo parastina mafên nivîskaran û alîkariya wan di çapkirina berhemên wan de.

Federasyonê peyameke zelal daye ku bi tu awayî pêvek a tu îdeolojî û partiyeke siyasî nîne, di vî warî de Şifa Barzanî daxwaz kir ku federasyon bibe banek û malek ji bo kombûna hemû nivîskarên Kurdistanê bê cudahiya îdeolojîk, siyasî û olî. Tekez jî kir ku divê pir-zaravayîbûna zimanê Kurdî wek xaleke bi hêz û dewlemendiyê were dîtin, ne wek sedemek ji bo jihevqetînê.
Her çend di vê xula kongreyê de ji ber rewşa navçeyê û pirsgirêka teknîkî beşdarbûna nivîskarên navxweya Kurdistanê sînordar e, lê armanc ew e ku pirek were avakirin ji bo naskirina wêjeya Kurdî bi cîhanê û girêdana nivîskarên navxwe û diyasporayê.

Di gotara xwe de, Şifa Barzanî silav û rêz pêşkêşî giyanê wan nivîskar û rewşenbîrên ku di pêxema parastina ziman û nasnameya Kurdî de rastî zîndan, îşkence, derbederî û heta darvekirinê jî hatine kir û hêvî xwest ku ev federasyona nû bibe dengê yekgirtî ya edeb û rewşenbîriya Kurdî li seranserê cîhanê.
Karzan Haidar

