KDC

Cîhan Muslim Beşdarî Civîna Wezîreke Almanyayê Bû

Seroka Komeleya Çandî ya Kurdî ya endamê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, beşdarî civînekê bû ku ji bo Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Almanyayê hatibû sazkirin.

Di 31.08.2026an de, Cîhan Muslim Seroka Komeleya Çandî ya Kurdî li Leipzigê, beşdarî civîna “Mitreden. Mit Bas” bû ku li bajarê Dresdenê hate lidarxistin, tê de Bärbel Bas Wezîra Federal a Kar û Karûbarên Civakî ya Almanyayê amade bû ji bo guhdarîkirina nêrîn û axaftinên rêxistin û komeleyan.

Di wê civînê de li ser çend mijarên girîng ên civakî û aborî gotûbêj hat kirin, di nav de: bazara kar, kêmbûna pisporan, koç û penaberî, beşdariya civakî û paşeroja jiyana hevbeş li Almanyayê.

Cîhan Muslim di wê çalakiyê de bi nûnertiya Komeleya Çandî ya Kurdî ya Leipzigê beşdarî diyalog û danûstandina bîr û boçûnan bû û tekez kir ku beşdarbûna di civînên bi vî rengî de gaveke girîng e ji bo bihêzkirina diyalog, hevkarî û gihandina dengê Kurdan li Almanyayê.

Wekî ku Cîhanê diyar kir, ji bo civakên Kurdî û rêxistinên civakî, beşdarbûna di çalakiyên bi vî rengî de girîng e, bi taybetî ji bo Kurdên diyasporayê, ji ber ku derfetek e ji bo gihandina deng û pirsgirêkên koçberan û neteweyên cuda bi saziyên siyasî yên Almanyayê.

___

Leyla Dîwbend: Êrîşa 19’ê Tîrmehê bi mebesta komkujî û têkdana jîngeha Kurdistanê hat kirin

Karzan

BT making progress on turnaround plan with earnings rise

kurdish dc

Hevpeyvînek li gel keşe Andro Branson 

KDC