Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê şahiyeke çandî û civakî ya berfireh li bajarê Amsterdamê ji bo hejmarek ji jinên her çar parçeyên Kurdistanê rêk xist, bi armanca bihêzkirina têkiliyên neteweyî û parastina kelepûra Kurdî li diyasporayê.
Şahî bi deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di nav şahiyê de Sebah Mistefa Salih, endamê desteya birêveber a Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê gotarek pêşkêş kir. Tê de bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya van cure çalakiyên li derveyî welat, û bal kişand li ser wê yekê ku dûrketina ji niştiman divê nebe sedema qutbûna ji nasnameya resen a Kurdî. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku parastina zimanê dayikê û fêrkirina çand û dîrokê ji nifşê nû re li diyasporayê, erka sereke ya li ser milê her Kurdekî ye û federasyon dikare wek navendeke girîng wî rolî bilîze.
Di beşeke din a çalakiyê de, jin û keçên beşdar bi serperiştiya Amîne Mehmûd, bi pêşkêşkirina komek xwarinên resen ên Kurdewarî, dewlemendiya çanda neteweyî nîşan dan. Di heman demê de tîma hunerî ya Yek Welat çend tabloyên govendê pêşkêş kirin û şaîr Şahî Bedirxan jî bi xwendina perçeyek helbestê beşdarî bernameyê bû. Pişt re amadebûyan bi beşdarbûna di helperkê û govenda Kurdî de, keşek tijî yekrêzî û şahî afirandin.
Çalakiyên çandî û civakî yên revenda Kurdî li welatên Ewropayê û bi taybetî li Holandayê, wek faktoreke sereke ji bo rêgirtina li bişaftina çandî û zimanî têne hesibandin. Ev cure civîn ji bilî nêzîkkirina Kurdistaniyên parçeyên cuda ji hev, derfetekê ji bo nifşê li diyasporayê ji dayikbûyî re peyda dikin da ku ji nêzîk ve bi dab û nerît, xwarin û çanda welatê xwe ve girêdayî bin.
Amsterdam – Ebdulqehar Hewlêrî

