Bi mebestа bihêzkirina giyanê dostaniyê û xurtkirina peywendiyên di navbera jinan û federasyonê de, biryar e roja 11-ê Cotmehê li bajarê Amsterdamê, Federasyona Revenda Kurdistanî li Hollandayê hevdîtineke taybet bi navê Dîdara Jinên Kurd û şîveke komker bo hemû xûşkên Kurd ên niştecihê wî bajarî saz bike.
Li gor vexwendnameya fermî ya Federasyona Revenda Kurdistanî li Hollandayê, hemû jinên Kurd ên niştecihê Amsterdamê vexwendî ne bo beşdarbûna di şîveke xweş û rewşeke germ û dostane de, bi mebestа kombûn û danustandina bîr û ramanan û çespandina piştevaniya di nav revenda Kurdistanî de.
Rêkxerên çalakiyê tekez li ser wê yekê dikin, ev kombûn ji şîveke sade zêdetir e û armanc jê avakirina peywendiyeke xurt û berdewam e di navbera jinên Kurd û federasyonê de, ta ku federasyon her dem wek maleke hevbeş û piştevanekî rastîn bo şiyanên wan bimîne, hevdem amadebûna xanimên Kurd di vê hevdîtinê de wek nîşaneyeke zindî ya yekrêzî û parastina nasnameya neteweyî tê dîtin, ji ber ku civaka Kurdî li diyasporayê dema ku dikare bi rastî geşe bike û xwedî deng be ku jin tê de bi hêz û pêşeng bin.
Jinên Kurdistanî di dîrokê de her dem birbira piştê ya parastina ziman, çand û xweragiriyê bûne û li derveyî welat jî berdewam in di gihandina wê peyamê û veguhastina kultûrê bo nifşên piştî xwe, di vê demê de û bi dûrahiya bi hezaran kîlometre ji niştiman ve, Konfederasyona Revenda Kurdistanî li welatên Ewropayê hewlên xwe kom kirine ta bi rêya çalakiyên civakî û çandî yên bi vî rengî, peywendiya di navbera welatiyên xwe de xurt bikin û ligel tevlîbûna wan di civaka Ewropî de, nasnameya xwe ya neteweyî bi zindîtî bihêlin.

