Karesata diltezîn a Alan Kurdî, ew zarokê kurd ê ku di sala 2015an de li qeraxên Deryaya Navîn jiyana xwe ji dest dabû û wêneya wî wijdanê cîhanê hejandibû, careke din û piştî çendîn salan, bûye bingeha berhemeke hunerî û bala Ewropayê kişandiye ser xwe. Vê carê, ciwanekî kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê bi xêzkirina tabloyeke ji bo wî koçberê piçûk, karî dîrokê binivîsîne û xelata neteweyî ya herî mezin a Almanyayê bi dest bixe.
Îdrîs Qasim, xwendekarekî qonaxa amadeyî ye û xelkê bajarê Efrînê ye, ku niha ligel malbata xwe li welatê Almanyayê dijî. Ev ciwanê kurd biryar da ku bi rêya hunera xwe beşdarî pêşbirkeyeke mezin bibe ku li ser asta hemû welatên Ewropayê hatibû organîzekirin. Di nav bi sedan berhemên cuda de, tabloya Îdrîs ku bi kûrahî behsa êşa koçberan û mirina Alan Kurdî dikir, karî Xelata Federal a Almanyayê ya sala 2026an bibe, ku xelata herî bilind a dewletê ye di wî warî de. Di heman demê de xelata taybet a herêma xwe jî wergirt û bû yekem xwendekar di dîroka dibistana xwe de ku xelateke wiha bi dest bixe.

Serkeftina Îdrîs tenê bi wergirtina xelatekê bi dawî nebû, belkî deriyekî mezin li ber wî vekir da ku têkilî hawirdora siyasî û biryarderên wî welatî bibe. Merasîma rêzlênanê li bajarê Berlînê û di nava Koşka Şêwirmendê Almanyayê de hat lidarxistin; li wir Îdrîs ji aliyê Friedrich Merz, Şêwirmendê Almanyayê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Atmosfera merasîmê pir taybet û tije ewlehî bû, nexasim ku Serokê welatê Senegalê jî yek ji mêvanên amadebûyên wê rojê bû. Li rex nîşandana tabloya xwe, derfet hat dayîn ku Îdrîs û ciwanên din ên serkeftî ligel serkirdeyên Almanyayê bikevin nava gotûbêjeke vekirî û germ li ser mijarên siyasî yên hestiyar ên cîhanê. Wan heta bandora siyaseta Donald Trump li ser Amerîkayê û dahatuya Almanya û Ewropayê jî nîqaş kirin. Ev yek jî wêneyekî geş ê wî ciwanê kurd nîşan da ku çawa karî bi rêya rengan, dengê neteweya xwe û çîrokên wan ên nehatine gotin bigihîne navendên herî bilind ên biryardanê li Ewropayê.
