KDC

Şefa Barzanî Sersaxiyê li Hunermenda Navdar a Kurd Zara Mgoyan kir

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bi sedema koça dawî ya Tavana Oskanê Şemo, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkêşî hunermenda navdar a Kurd li Rûsyayê, Zara Mgoyan û malbata wê kir.

Şefa Barzanî di peyama xwe de, digel derbirîna xem û kovaneke kûr, bi navê xwe û bi navê hemû Revenda Kurdistanî ve sersaxiyê pêşkêşî Xanima hunermend Zara Paşayêvna Mgoyan û malbata Paşa Bînbaşaevîç û Prîskî Bînbaşaevîç û hemû kesûkar û nasên koçkirî kiriye. Di beşekî peyamê de, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî bal kişandiye li ser wê yekê ku Xwedê jêrazî jineke Kurdperwer û resen bû.

Zara Paşayêvna Mgoyan, yek ji diyartirîn deng û stêrkên navdar ên qada stran û mûzîkê ye li ser asta Rûsya û herêmê. Ew di sala 1983yan de li bajarê Sankt Petersburgê di nav malbateke Kurdên Êzdî de ji dayik bûye û xwediyê nîşana Hunermenda Hêja ya Federasyona Rûsyayê ye û wek Hunermenda Aştiyê ya UNESCOyê jî hatiye destnîşankirin. Zara berdewam di boneyan û forumên cîhanî de şanaziyê bi esl û nasnameya xwe ya neteweyî ya Kurdî kiriye. Baregeha Barzanî bi rêya Nivîsîngeha Diyasporayê ve, berdewam têkiliyeke xurt û hevahengiyeke berdewam li gel kesayetî û hunermendên Kurd li seranserê cîhanê heye, ji bo bilindragirtina pêgeha Revenda Kurdistanî.

Naveroka Peyamê:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Me bi xemgînî û kovaneke mezin ve, nûçeya koça dawî ya Xwedê jêrazî Tawana Oskanê Şemo bihîst.

Bi vê boneya xemgîn ve, bi navê xwe û Revenda Kurdistanî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî hunermenda hêja ya Kurd li Rusya Zara Paşaevna Mgoyan û Malbata Paşa Bînbaşavîç, Prîsk Bînbaşavîç bi giştî û hemû kes û kar û nasên Xwedê jêrazî dikim.

Xwedê jêrazî Tawana Oskanê Şemo dayîka bi rûmet û dapira hunermenda me ya delal bû, jineke Kurdperwer û bi esalet bû, em hevparê xem û kula we ne.

Ji Xwedayê Mezin dixwazim cihê Xwedê jêrazî bike behişt û hedar û aramiyê bide malbata wê ya hêja.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Birayê we,

Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
Baregeha Barzanî
20.10.2026

___

Nivîsîngeha Jinan Vexwendinekê pêşkêşî Kurdistaniyan dike

Xelan

Li Elmanyayê rêjeya enfeksiyona koronayê

KDC

EU Watchdog Accuses Facebook, Google of Privacy Shenanigans

kurdish dc