Raportek kovara bijîşkî ya navdar (The Lancet) eşkere kiriye, ku ew penaberên li navendên dersînorkirinê yan vegerandinê yên Îtalyayê de ne, ji ber xirabiya rewşa jiyan û tenduristiyê, rû bi rûyê metirsiyeke zêdetir a mirina pêşwext dibin.
Raporê bal kişandiye li ser nexweşî, pirsgirêkên derûnî, xirabiya xwarinê, bikaranîna zêde ya dermanan û reftara nedurist a hêzên ewlehiyê li gel penaberan dike. Herwiha hinek bijîşkên îtalî daxwaza çareseriyeke guncaw a tenduristiyê bo wan penaberan dikin, yên ku ji ber metirsiyên wan navendan jiyana wan ketiye ber metirsiyê.

