KDC

Nameyek spasiyê ji Serpereştyarê Giştî yê Diyasporaya Kurdistani

Ji bo hemû rêzdarên Federasyon, Komele û Navendên Konfederasyona
Revenda Kurdistanî
Silav û rêz
Ji bo li darxistina 11. salvegera bîranîna karesata Şingalê û komkujiya Êzdiyan,gelek spasî ked û xebata hemû endam û beşdarbûyên lîjneyên amadekarên ser
bi Federasyon, Komele û Navendên Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikim.

Gelek girînge li derveyê welat, em Kurdistanî li sazkirin û beşdarîkirina çalakiyênbi vî awayî bikin û xweşî û nexweşiyên xwe bi bîr bînîn. Kar û çalakiyên bi vî
awayî doza me ya neteweyî û xebata rizgarîxwaziya Kurd û Kurdistaniyan ûkaresat, komkujiyên li ser gelê me de hatine kirin, zêdetir didin nasandin. Her
wiha li rêya van çalakî û peywendiyan jî lobiya Kurdî û Kurdîstanî ber bi gavekepêşvetir dibe.

Hêvîdarim hemû kar û xebat û çalakiyên din jî bi hizr û fikra neteweyî û yekgirtinû yekrêziya Kurdistanî de encam bidin.
Dûbare ji bo van kar û xebatên ku xizmetê bi gelê me digihîne, spasiya tevahiyakedkar û xebatkarên vê çalakiyê dikim û hêvîdarim herdem serfiraz û serkeftî
bin.
Li gel rêz û silavan
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
07.08.202

___

Almanya: Cenazeyê nivîskarekî Kurd bi merasîmeke hêja hat veşartin

Harmn

Şandeyeke Revenda Kurdistanî ya Konfederasyonê li Baselê bi Wezîrê Perwerdehiyê re Civiya.

Harmn

Berîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanî, Rêxistina Rewşenbîrên Kurd û Encumena Rewşenbîrî ya Kurdî festîvalekê lidar dixin 

KDC