KDC

Zanyariyên Li Ser Êrîşa Firokexaneya Hewlêrê

Odeya operasyona hevbeş a li Hewlêrê diyar kir ku di êrîşa li dijî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê de tu ziyan çênebûye.

Doh bi şev saet di 23.45an de firokeyeke bê mirov a bombebarkirî êrîşî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê kir û 6 fuze avêtin.

Îro yekşem odeya operasiyonên hevbeş li Hewlêrê daxuyaniyek derbarê êrîşê de weşand û tê de diyar kir ku, êrîş tu zirareke madî û manewî çênekiriye.

Beriya niha jî Ajansa Dijî Terorê ya Kurdistanê di du daxuyaniyekê de gotibû ku “Bi rêya du dironên bombebarkirî êrîş li Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye kirin.”

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di hesabê xwe yê fermî yê Facebookê de got, “Hewlêr aram e û wê her aram be.” Her wiha got, “Hewlêr naheje û bi hêz e.

___

Komîteya revenda Kurd li Gävl a Siwêdê hate pêkanîn

KDC

Tirkiye: 177 aktorên sînemayê cezayê Osman Kavala û hevalên wî wek îllegal bi nav dikin

KDC

Xeta alîkariyê ya ji bo qurbaniyên bakur û rojavayê Kurdistanê 

KDC