KDC

Wezîrê Tenduristiyê: 700 Hezar Derzî Li Welatiyan Hatiye Dayîn

Wezîrê Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku heta niha li her çar bajaran, 700.000 derziyên Coronayê li welatiyan hatiye dayîn.

Saman Berzincî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê Perwerdeyê Alan HemeSe’îd de ragihand ku heta niha wan 700.000 derziyên Coronayê li welatiyan xistine û ji wan 460.000 ya yekem wergirtine û 240.000 jî ya duyem wergirtine.

Her wiha destnîşan kir ku 171 navendên bijîşkî li hemû bajarên Kurdistanê ji bo dayîna derziyên Coronayê ji welatiyan re hatine vekirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir ku heta niha milyonek û 200 hezar derzî yên her sê cûreyan ji Kurdistanê re hatine şandin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Wê Webinarekê Ji Bo Salvegera Şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed Li Dar Bixe 

KDC

Salvegera nemir Qazî Mihemed

KDC

Lezgîn … Naha

KDC