KDC

Kurdek ji bo Serokê Şaredariya bajarokekî Almanyayê dibe berbijêr

Kurdekî niştecîhê Almanyayê li ser lîsteya Partiya Xirîstiyan Demok­rat, ji bo hilbijartinên xwecihî yên wî welatî ji bo Serokê Şaredariya bajarokê Dîttnerode ya herêma Niedersachsenê bûye berbijêr.

Salar Mela Xidir Mirza yê bi navê Salar Kerkûkî tê naskirin, ji malpera KDC re ragihand, li ser daxwaza Partiya Yekîtiya Demokrata Xirîstiyan a desthilatdar CDU, ew wek berbijêrê Serokê Şaredariya Dîttnerode di lîsteya jimare yekê de hatiye berbijêrkirin.

Berbijêrê Kurd wê yekê jî xiste rû ku zêdetirî dehan sal e xebata sivîl û siyasî li wî bajarî dike û xizmeta revenda Kurdistanî û hemû revendên din bê cudahî kiriye.

Salar Kerkûkî behsa wê yekê jî kir, ku ew wek Kurdek her tim di dozên neteweyî yên Kurd de xwedî beşdariyeke çalak bûye, “wek çawa bavê min di her du şoreşên Eylûl û Gulanê de pêşmerge bûye û ez bi xwe jî demekê pêşmerge bûm, ji dema ku li Almanyayê dijîm jî her tim wek pêşmergeyî min kar ji bo revenda Kurdistanî kiriye û çawa ku min berê karkiriye di paşerojê de jî gelek zêdetir di xizmeta revenda Kurdistanî de dibim”.

Hêjayî gotinê ye, biryar e di rêkefta 13/09/2026an de, hilbijartinên xwecihî li wê herêma Almanyayê bên encamdan.

___

Wezareta Pêşmerge: Divê Kêşeyên Dengdanê Werin Çareserkirin

KDC

Şanda rêvebirê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê serdana serokatiya Zanîngeha Dihokê kir 

KDC

Almanya: Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî dê beşdarî salvegera şoreşa Îlonê bibin 

KDC